PeyamaKurd - Li gor Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, divê dewrêşên ku bo şîna Şêx Mahmûd Kesnezanî ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bûne, bên kerentînkirin.
Do bi sedan dewrêş û murîdên Rojhilatî yên Terîqeta Qadirî, deriyê sînorî yê Başmax şikandin û bê pasaport û vîze û testa Koronayê derbasî Herêma Kurdistanê bûn. Ew bo şîna şêxê xwe Şêx Mihemed Ebdulqadir Kesnezanî hatine. Termê Kesnezanî dê îro li Silêmaniyê were binaxkirin.
Li ser vê mijarê, Berdevkê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê, Dr. Mihemed Qadir got, hatina wan dewrêşan bi rastî metirsî ye li ser tenduristiya welatiyên Herêma Kurdistanê, ji ber ku bê testa Koronayê derbas bûne.
Dr. Mihemed Qadir her wiha got, divê ew dewrêşên hatin, 2 hefteyan bên kerentînkirin û tedbîrên tenduristiyê li hember wan bên girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin