PeyamaKurd- Senatoya Amerîkayê li dijî serokê xwe Trump qanûnekî derxist da nikaribe sîlihan bifroşe Erebistana Si’ûdiyê. Qanûn ji aliyê demokratan de hat destekkirin lê yên ku destek dikirin di nava wan de komarî jî hebûn.
Di komîta karên derve yê Senatoyê de Senator Bob Menendez, sedema derxistina qanûn şerê Yemenê nîşan da û got şerekî bêwijdanî li wê derê heye. Menendez weha got:
" Van bombeyên han bi qederê ku em dizanin, li Yemenê di nexweşxaneyan, dibistan û otobusan de bi hezaran sîvîlan kuştin.”
Serokê komîtê ya karen derve yê komarî Jim Risch weha got:
“Eger em firotina sîlihan di bin van şertan de û niha red bikin, ev şaşiyeka gelek mezine. Ev dê êrîşkariya Îranê zêdetir bike.”
Bi qebûlkirina qanûn re pêşî li ber firotina sîlihan bo Erebistanê hat girtin lê ew qanûnên ku di senatoyê de bi 67 dengan û di bin 67an de bên qebûlkirin, Trump dikare wan qanûnan veto bike an ku red bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin