Li Hewlêrê forûma avakirina derfetên kar wê bi amadebûna Serokwezîr birêve biçe

Li Hewlêrê forûma avakirina derfetên kar wê bi amadebûna Serokwezîr birêve biçe

PeyamaKurd Li Hewlêrê forûma avakirina derfetên kar û pêşdebirina pîşesaziyê wê bi amadebûna serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve birêve biçe.

Li gor Serokê Desteya Hilberînê Dr. Mihemed Şukrî diyar kiriye: “Di bin çavdêrî û bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve û bi hemahengiya Wezareta Bazirganî û Pîşesazî û Desteya Hilberînê ve, forûma herî mezin a giringî dayîna pîşesazî û avakirina derfeta kar dê bê kirin.

Mihemed Şukrî eşkere kiriye: Ew forûm, wê roja 06.03.2022yê li Hewlêrê birêve biçe û Mesrûr Barzanî wê behsa bernameya hikûmetê ya dema borî û ya pêşerojê bike, herwiha behsa bi bingehkirina navçeya pîşesazî û avakirina derfeta kar jî bike.

Herwiha Serokê Desteya Hilberînê destnîşan kiriye, armanca forûmê pêşxistina zêdetir a sektora pîşesaziyê ye û eşkerakirina hewldanên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo avakirina derfeta kar e.

Mihemed Şukrî da zanîn, di forûmê de aliyên pêwendîdar wê amade bin û herwiha dê şaraza hebin, avakirina derfeta kar û giringî dayîna zêdetir ji sektorên cuda re bi taybet jî pîşesazî wê bên gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin