Zurfi, bernama xwe pêskêsî parlementoya Iraqê kir

Zurfi, bernama xwe pêskêsî parlementoya Iraqê kir

PeyamaKurd- Ednan Zurfî ku bo avakirina hukumeta nû ya Iraqê hatibû qezîfedarkirin, bernameya hukumeta xwe şand parlementoya Iraqê û bo dengên baweriyê bistîne ji parlementoyê roj xwest. Zurfî di civîna çapemeniyê de ragihand ku bingeha bernama hukumeta nû li ser aborî, hilbijartinên pêşwext, xwepêşandan û siyaseta derve hatiye çêkirin. Xalên bingehîn yên bernameya hukumeta Zurfî weha ne:

-Têkiliyên Iraqê wê bi dewletên cîran, herêm û dinyaye re li ser bingeha aboriyê be. Bihayê petrolê li seranserê dinyayê ketiye, krîza dinyayê heye, hukumet nema dikare maaşan bide.

- Xwepêşandan mijareka girînge û herî dereng wê di nav salekî de hilbijartina pêşwext çêbibe.

-Encumena wezîran li gor liyaqatê hatiye bijartin û ji parlementoyê roja dengdanê xwestiye.

-Zurfî bi koalîsyonê re axifiye û gotiye ku ew naxwaze Iraq bibe seha şer û pevçûnên navdewletî bo berjewendiyên wan dewletan.

Ednan Zurfî ki ye?

3 dewre parêzgeriya Necefê kiriye. Serokê Iraqê Berhem Salih di 17 ê adarê de wezîfa avakirina hukumeta Iraqê dayê. Di parlementoya Iraqê de serokê grûba koalîsyona Nasir kiriye. Zurfî li bajarê Necefê hatiye dinyayê. Hemwelatiyê Iraq û Amerîkayê ye.

Mafê qanûnî heye ku di nava 30 rojan de hukumet bê avakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin