PeyamaKurd - Erebistana Siûdiyê gefên Heşda Şeibî yên li dijî Amerîkayê şermezar kir û Heşda Şeibî wek terorîst bi nav dike û dibêje: “Milîsên terorîst ên ser bi Îranê ve serweriya Iraqê binpê kirine.”
Berpirsekî Siûdiyê ji medyaya fermî ya hikûmeta welatê xwe re ragihandiye, Siûdiye êrîşên Heşda Şeibî bo ser Amerîkayê şermezar kir. Wî berpirsê Erebistana Siûdiyê diyar kir: “Milîsên terorîst ku ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin, êrîş kirine ser Hevpeymanan li Iraqê û serweriya Iraqê binpê kirine.”
Siûdiye daxwaz dike ku “rê neyê dan êrîşên wek êrîşa bo ser serbazgeha K1 a li Kerkûkê, li dijî hêzên hevpeymanan dubare bibe.”
Şermezarkirina êrîşên Heşda Şeibî yên li dijî hêzên Amerîkayê li Iraqê ji aliyê Erebistana Siûdiyê ve piştî wê yekê hat, ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Şahzadeyê Cênişîn ê Siûdiyê, Mihemed bin Selman pêwendiyeke telefonî encam dan û têde behsa êrîşa ser binkeya serbazî ya K1 li Kerkûkê kirin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê wê pêwendiya telefonî ya navbera Mike Pompeo û Mihemed bin Selman di daxuyaniyekê de ragihandiye, herdu aliyan behsa hewlên hevbeş ji bo rûbirûbûna Îranê kirine û tekez kirine: “Îran û hêzên wê yên biwekalet berdewam in li ser çalakiyên xwe ku bûne sedema têkçûna istiqrara li navçeyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin