PeyamaKurd - Wezareta Elektirîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nirxê elektrîkê ji bo firûnên nan ên li Herêma Kurdistanê kêm kir.
Wezareta Elektrîkê bi nivîseke fermî ya bi îmzeya Wezîrê Elektrîkê ragihand, bi fermana Serokatiya Encûmena Wezîran ya hejmar (10202), ji ber berjewendiya giştî û kontrolkirina nirxê nan bi sedî 20 ji nirxê elektrîkê ji tevahiya nanxane û semûnxaneyan re hate kêmkirin.
Di nivîsê de hatiye gotin, ev biyar ji roja 1/9/2021 ketiye ware cibicîkirinê û bi hevahengiya ligel Wezareta Pîşesazî hatiye girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin