Hikûmeta  Kurdistanê ji bo deynên elektrîkê derfeteke nû da

Hikûmeta  Kurdistanê ji bo deynên elektrîkê derfeteke nû da

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya îro de biryar da ku ji bo daxistina deynên kevin ên elektrîkê yên beriya Projeya Ronakî derfeteke nû bide aboneyan.

Li gorî biryarê, dema sûdwergirtina ji vê daxistinê ji 24ê Îlonê heta 18ê Cotmeha 2026an hatiye dirêjkirin.

Di vê çarçoveyê de dê ji bo mal û çandiniyê %50, û ji bo pîşesazî, bazirganî û saziyên hikûmî jî %25 daxistin bê kirin, bi mercê ku deyn bi carekê û bi rêya sîstema "E-Psûle" an şaxên firotinê bên dayîn.

Hikûmetê ragihand ku piştî 18ê Cotmehê, dê deynên mayî bi awayekî otomatîk di navbera 6 heta 24 mehan de bên par kirin.

Hevdem ligel vê biryarê, rêveberiya Projeya Ronakî da xuyakirin ku ji 2 milyon aboneyî nêzîkî 800 hezar kesî hîn deynên wan ên kevin li ser mane, lê ji sedî 90ê welatiyên herêmê niha bi saya vê projeya stratejîk bûne xwedî elektrîka 24 demjimêrî û barê aborî yê li ser malbatan kêm bûye.