Ji Kurdên diyasporayê bangewazî: Çareserî parlamento û hikûmeta nû ye

Ji Kurdên diyasporayê bangewazî: Çareserî parlamento û hikûmeta nû ye

PeyamaKurd - Hejmarek hunermend, nivîskar, akademîsyen û çalakvanên Kurd ên li diyasporayê di daxuyaniyeke hevpar de dilgiraniya xwe ya kûr li hemberî aloziyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê anîn zimên.

Di daxuyaniyê de hat tekezbûn ku rikbaziya desthilatê û kûrkirina nakokiyên navxweyî aramiya civakî tehlûke dike û destkeftî û statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê dixe ber metirsiyeke mezin.

Koma kesayetiyên diyasporayê bangî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hemû hêzên siyasî kir ku berjewendiyên neteweyî bixin ser berjewendiyên partiyatiyê.

Wan destnîşan kir ku çareseriya sereke ya derketina ji qeyranê bihêzkirina rola parlamentoyê û avakirina hikûmeteke niştimanî ye û gotin: "Hebûna Herêma Kurdistanê û saziyên wê ji bo Kurdên li her çar parçeyan cihê serbilindiyê ye; loma parastina vê statuyê ne tenê daxwazeke siyasî, erkekî neteweyî û dîrokî ye."