PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamekî bi dengê xwe û dîmenên xwe yên videoyî şand ji bo pîrozbahiya Newroza li Almanya ya li bajarê Bonnê.
Serok Barzanî di peyama xwe de ji bo tevlîbûniyan û temamê Kurdên dinyayê weha got:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan!
Xwuşk û birayên xwoşdivî!
Amadebûyên birêz!
Kurdistaniyên ezîz!
Bi xêr bên bo ev ê xirebûna cemawerî bi hilkeftina cejna neteweyî cejna Newrozê!
Min ji dil diviya di gel we yên ezîz beşdariyê di vê merasima pir bi coş û xuroş de bikim. Lê ji ber baredox û aloziyên di deverê hene neşiyam bi wer e pişikdar bibim. Min divê pir ji dil pîrozbahiya cejna Newrozê li we hemû Kurdistaniyên ezîz, yên li Kurdistanê û Ewrûpa Amerîka û hemû cîhanê yên ku Kurd lê dijîn bikim…”
Serok Barzanî di vîdeoyê de ragihand ku ew dixwest di ahenga Newrozê de amade be lê ji ber rewşa herêmê û aloziyên ku hene nikaribiye here Newrozê.
Serok Barzanî got ku Newroz nasnama gelê Kurd bi xwe ye û dewam kir:
“Newroz ne tenê xwe nûhkirina xwezayêye lê ji bo Kurda azadî û vejîna ji nûh de ye, despêkekî nûye, nîşaneya ber bi rojên pêş de ye û ya vejînê ye.”
Barzanî bi kurtayî li ser Newrozê weha got:
“Newroz hêviya milletekiye ku ti carî dest ji mafên xwe bernedaye. Agirê Newrozê 2700 sale di dilê Kurda de dişewite, ezm û biryardariya me xwedî dike.”