Amerîka: “Tirkiye hevkarê me yê NATO ye, em pistgirê Tirkiyê ne”

Amerîka: “Tirkiye hevkarê me yê NATO ye, em pistgirê Tirkiyê ne”

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Amerîkayê li ser mijara kuştina leşkerên Tirkiyê li Idlibê, sersaxiyê da Tirkiyê û got:

“Tirkiye hevkarê me yê NATO ye, em piştgirê Tirkiyê ne”

Di beyana wezareta karên derve ya Amerîkayê de, balê kişandiye ser mijara hebûna leşkerên Tirkiyê ku li Idlibê ne û gotiye Tirkiye bi sedema nermahiyê li wê derê çêbike û asta arîşeyan kêm bike li wê derê ye û weha dewam kir:

“Li dijî tevgerên weha, em bi hevkarê xwe yê NATO yê re ne û piştgiriya Tirkiyê dikin. Serok Donald Trump roja şemiyê bi telefonê bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re axifî û li ser Idlibê behsa endîşeyên xwe kir. Wekî din jî Trump di vê axaftinê de bo Rûsyayê bang kiriye ku destekê nede zilma rejîma Esed û bo Sûriyê çareyeka siyasî bê dîtin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin