PeyamaKurd - Senatorê Amerîkî Tim Kaine, di daxuyaniyekê de ji bo tora Kurdistan24 (K24), êrîşên dawî yên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge nirxandin.
Kaine destnîşan kir ku Tehran ji ber ku nikare rasterast bi hêza leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re rûbirû bibe, hedefên herêmî û hêzên Pêşmerge hildibijêre.
“Îran tenê êrîşî wan aliyan dike ku destê wê digihîjê”
Senator Kaine diyar kir ku operasyonên asmanî yên Amerîkayê yên li ser binesaziya leşkerî ya Îranê, Tehran xistiye nav tengasiyeke mezin. Kaine wiha peyivî:
Îran pir baş dizane ku ew nikare bi artêşa Amerîkî re rûbirû bibe; ji ber vê yekê, ew tenê êrîşî wan cih û aliyên herêmî dike ku dikare bigihîje wan.”
“Êrîşên li ser Pêşmerge bê heq û hincet in”
Senatorê Amerîkî bi tundî êrîşên mûşekî yên li ser hêzên Pêşmerge şermezar kirin û ev kiryar wekî nîşaneya “lawaziyê” pênase kirin. Kaine got:
Wekî ku me dît, Îranê êrîşî Pêşmerge kir; ev delîleke din e ku tu hinceteke rewa ji bo van êrîşan tune ye. Tehran bi vî awayî hewl dide bêçarebûna xwe ya li hember artêşa Amerîkayê veşêre.”
Ev daxuyaniya Senator Kaine di demekê de tê ku piştî şehîdbûna 6 pêşmergeyan di êrîşa Îranê de, li qada navneteweyî bertekên li dijî Tehranê zêde bûne.