Sarkisyan: Eger êrîsek bibe, Rûsya bi Ermenistanê re ye

Sarkisyan: Eger êrîsek bibe, Rûsya bi Ermenistanê re ye

PeyamaKurd – Serokê Ermenistanê Armen Sarkisyan li ser şerê ku li Qerebaxê dewam dike got ku êrîşek çêbibe wê Rûsya li cem Ermenistanê ciyê xwe bigre. Sarkisyan bo organa fermî ya Misrê El Ehramê weha got:

“Serokê Rûsyayê Putin ragihand ku bi Ermenistanê re çi peyman çêkirine, wê wan peymanan bicîh bîne. Ev peyamekî zahf zelale. Ez difikirim ku ev ji Rûsyayê re, deriyekî gelek girînge ku deriyê me diçe ber bi Tirkiye, Îran, Rojhilata Navîn û Asya Naverast.”

Sarkisyan her weha got ku peymanên leşkerî-siyasî yên navbera her dû welatan dibêjin ku Ermenistan yek ji damezrênerê Peymana Rêxistina Kollektîv û Ewlekariyê ye û dewam dike:

“Eger êrîşekî were ser Komara Ermenistanê, Rûsya weka hevkarekî stratejîk, wê li rex Ermenistanê be. Têkiliyên navbera Moskova û Yerîvanê zahf kûrin û ne girêdayê bûyerên li ser rû ne. Em dostaniya xwe û hevkariya xwe li ser bawewriya navbera gelan, li ser baweriyê ava dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin