Li Kerkûkê emîrekî DAISê hat kustin

Li Kerkûkê emîrekî DAISê hat kustin

PeyamaKurd – Rêveberiya Hewlgiriya Leşkerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê, kuştina emîrekî DAIŞê li Kerkûkê ragihand.

Hewlgiriya Leşkerî ya Iraqê di daxuyaniyekê de da zanîn, piştî çavdêriya sê mehan û komkirina zanyariyan, emîrê DAIŞê yê bi navê Yasîn Sukir Mihemed Izzî (Ebû Qutade) li başûrê Kerkûkê hat kuştin.

Hat eşkerekirin, Ebû Qutada ku wek emîrê nîşanvanên DAIŞê dihat naskirin, di operasyona hevbeş a hêzên Rêveberiya Hewalgiriya Leşker û Dezgeha Dijeterorê de, li geliyê El-Şay hate kuştin.

Rêveberiya Hewlgiriya Leşkerî herwiha destnîşan kir, du çekdarên din ên DAIŞê jî li devera Bomehemed li geliyê EL-Şay di komînekê de birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve, Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê diyar kir, berpirsê ku pereyan li malbatên DAIŞê yên li parêzgeha Kerkûkê belav dike jî, hate desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin