PeyamaKurd – Di encama erdheja Misircê ya bajarê Sêrta Bakurê Kurdistanê, li gundê Ayderê di avahiyan de ziyan çêbûn û ji ber perçeyên zinaran hilweşiyan ser rêya navbera Sêrt û Bedlîsê, rê ji çûnûhatinê re hat girtin.
Piştî erdheja bajarokê Misircê ya Sêrtê, ku bi pîleya 5.0an, li gundê Ayderê yê girêdayî bajarokê Zorqeydê, di avahiyan de ziyan çêbûn. Mînareya gund hilweşiya. Herwiha zanyarî destnîşan dikin, ziyanên bi heman rengî li gelek gundên navçeyê hene.
Ji ber pîleya bilind a erdhejê, ji zinarên çiyayan parçe hilweşiyan ser rêya di navbera Sêrt û Bedlîsê û rê ji çûnûhatinê re hat girtin. Ji bo vekirina rê xebat hat destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin