PeyamaKurd - Ajansa Reutersê ragihand ku tê îdiakirin leşkerê bi pere yên Rûsî ku du roj berê çûne Venezuelayê parastina Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro dikin.
Krîza Venezuelayê bi ragihandina seroktiya xwe ya Serokê Opozîsyonê Juan Guaido dest pê kiribû ku digel hemû gefên Amerîka û welatên Ewropî jî Maduro dest ji kar bernedabû û hîn ew krîz berdewam dike.
Resutersê bi zarê çavkaniyên leşkerî ragihand ku du roj berê leşkerên taybet ên bi pere yên Rûsyayê çûne Venezuelayê parastina Maduro dikin.
Di nûçeyê de hat gotin ku serokê kompaniya ewlekariyê ya hêzên taybet Yevgeni Şabayev gotiye, bi qasî 400 leşkerên Rûsî çûne Venezuelayê. Hinek çavkaniyan jî diyar kiriye ku hêzeke piçûktir e ya çûye Venezuelayê.
Seroktiya Venezuelayê ew îdiayên hatina leşkerên Rûsî red kir û Wezareta Enformasyonê ya Venezuelayê ti daxuyaniyek neda.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin