PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê li hemberê PKK ê li bajarên Mûş-Amed-Çewlikê operasyon da destpêkirin. Artêş bi 13 tabûran ku dike 2.520 leşker tevlî operasyonê dibe. Di derbarê operayonê de cîgirê wezîrê karên hundir Mehmet Ersoy û fermandarê hêzên Cendirmeyan yê giştî orgeneral Arif Çetin agahiyan dan.
Operasyon wê li Mûşê li Şenyayla, li Çewlikê li Saxagoze û li Licêya Diyarbekirê bêkirin. Wê operasyon li derveyê Licê ji baregeha Şehit Jandarma Teğmen Hubeyib Turan bê birêvebirin.
Operasyon wê heya kendê dewam bike nehat ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin