PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Fransayê Emmanuel Makron, li Roma ya paytexta Îtalya civiyan.
Li gor zanyariyan, di wê civînê de, Joe Biden û Macron li ser girêbesta jêrderyayî ya navbera Amerîka, Brîtanya û Australya (AUKUS) axivîn û Biden ji Makron re got: “Washington muameleyeke jîrane li gel Fransa nekir.”
Li aliyê din Makron jî da zanîn, li gel Serokê Amerîkayê dixwazin hevahengiya navbera Yekîtiya Ewropa û Amerîka bihêz bikin. Herwiha Fransa û Amerîka, wê hevahengiya xwe ji bo rûbirûbûna komên tundrew zêde bikin. Ji bilî wê, Washington û Parîs wê di warên teknolojiya programa atomî û pîşesaziya valahiya esman de pêwendiyên xwe baştir bikin.
Herwiha Biden eşkere kir, Fransa hevpeymanekî dêrîn û dilsojê Amerîkayê ye û her du welat di hemû waran de wê bi hevre kar bikin.
Biden di derbarê grêbesta jêrderyayî ya navbera Amerîka, Brîtanya û Austuralya de got “Muameleya wan jîrane nebû, wî wisa zanîbû ku berî îmzakirina wê girêbestê, Fransa hatiye agahdarkirin.”
Ew girêbesta AUKUS bû sedema ku girêbesta frotina jêrderyayiyên Fransa bi Austuraliya tûşî şikistê bê û cîbicî nebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin