PeyamaKurd - Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên rêjîma Sûriyê moşekên fosforê bi ser navçeya Kefer Secne ya Başûrê Idlibê ve avêtin.
Li gorî SOHRê bajarê Kefernebêlê bûye hedefa topên hêzên rêjîmê û di encamê de 5 sivîl birîndar bûne. Li navçeya Kefer Uwêd a başûrê Idlibê jî 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Li Hemayê jî, hêzên rêjîmê navçeya Morêg topbaran kir û di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da. Ji ber bombekirina balafirên rêjîmê li ser bajarê Mi’erêt Numan jinek û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan.
Çavdêriya Sûrî got, ji duh piştî nîvro heya sibeha îro, 26 êrîşên ezmanî ji aliyên balafirên şer ên Rûsî ve hatin kirin, 114 jê yên rêjîmê bûn.
Di heman demê de, helîkopterên rêjîmê 14 bermîlên teqemeniyê bi ser gundewarên Idlib û Hemayê de barandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin