PeyamaKurd – Civîna Bilind a G7 a 2023an ku li bajarê Hîroşîma yê dikeve başûrê rojavayê welêt, di bin serokatiya demkî ya Japonyayê de destpê kir.
Li Japonyayê çav li Civîna Bilind a G7ê hat kirin, ku wê 3 rojan li Hîroşîmaya li başûrê rojavayê welêt dewam bike.
Serokên Amerîka, Fransa, Îngilîstan, Elmanya, Kanada û Îtalyayê beşdarî lûtkeya ku ji aliyê Serokwezîrê Japonya Kişîda Fumio ve tê lidarxistin, dibin.
Ji bilî welatên G7, Yekîtiya Ewropa (YE), Endonezya, Hindistan, Koreya Başûr, Awustralya û Vîetnam jî ji bo lûtkeya ku wê heta 21ê Gulanê bidome hatibûn vexwendin.
Serokwezîrê Japonya yê mazûvan û xanima wî Kişîda Yuko li ber Muzeya Bîranîna Aştiyê ya Hîroşîmayê pêşwaziya serokên dewlet û hikûmetan kir.
Muzexaneya ku zêdetirî 100,000 berhem û bermahiyên serdema bombekirina atomê ya sala 1945an pêşkêş dike, bû qada yekem serdana komî ya serokên G7.
Bi hevjîna Kişîda re, serkirdeyên mêvan û hevjînên wan, di nav de Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden û hevjîna wî Jill Biden, geriyan li muzeya dîrokî û kampusê.
Piştî serdanê serkirdeyan heta goristana qurbaniyên bombeya atomê ya li kampusê hatiye çêkirin meşiyan û gul danîn.
Lûtkeya Serkirdeyên G7 ku di çareseriya pirsgirêkên siyasî û aborî yên cîhanê de yek ji platformên girîng ên navneteweyî ye, dê li Otela Grand Prince Hîroşîmayê bê lidarxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin