PeyamaKurd- Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat ragihandin ku di derbarê teqînê de li dijî kesên ku li ser torên medyaya civakî nûçeyên neyînî belav dikin, lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Fuad Oktay, di derbarê teqîna ku vê êvarê li kolana Taksîmê ya Stenbolê çêbû de daxuyaniyek da. Oktay di axaftina xwe de ragihand ku Serozgeriya Stenbolê, di derbarê kesên ku li ser teqînê nûçe û agahiyên neyînî belav kirine, lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Ji aliyê Fuad Oktay ve li ser encamên teqînê jî agahiyên dawî hatin parvekirin ku hejmara miriyan gihîştiye 6an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 81an. Oktay ragihand ku di hejmara miriyan de jî û di hejmara birîndaran de jî dane zêde dibin.
Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê bi berdewamî got ku ji wan kesên birîndar rewşa 2yan giran e û got,
“Êrîşkareke ku em texmîna jinekê dikin, bombeyê teqandiye û ji ber vê jî em wisa dinirxînin ku ev wekî bûyera terorî qewimiye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin