Hewlêr | Malbata ku navê wan neket pirtûkê, êrîsî mala nivîskar kir

Hewlêr | Malbata ku navê wan neket pirtûkê, êrîsî mala nivîskar kir

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Hewlêra paytexta Kurdistanê, malbatekê bi sedema ku navê malbata wan di nav pirtûka eşîra wan de nehatiye nivîsandin êrîş biriye ser malbata Melayê nivîskarê pirtûkê.

Li gor ragihandina polîsê Hewlêrê endamên eşîra Xeylanî ku navê wan di pirtûka derbarê eşîra wan de nehatiye danîn, êrîş birin ser mala Melayê nivîskarê pirtûkê û di navbera herdu aliyan de alozî derket.

Berdevkê polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz derbarê bûyerê de got, melayekî kurd ji eşîra Xeylanî pirtûkek li ser tîr û tayîfên wê eşîra kurd nivîsiye ku pirtûkê de navê malbatekê nehatiye nivîsandin û ji ber wê jî di navbera wê malbatê û malbata wî melayî de şer û alozî derketiye.

Hat zanîn wan malbatan gelek gule berdane hev ku ziyaneke canî çênebûye, lê 6 kesên di bûyerê de cî girtine hatine binçavkirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin