Amerîka: Me alîkariya leskerî daye Ukraynayê

Amerîka: Me alîkariya leskerî daye Ukraynayê

PeyamaKurd- Ji Koşka Spî bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin ku Amerîka dê alîkariya peydakirina çekan a ji bo Ukraynayê berdewam bike. Di daxuyaniya hat dayîn de li ser êrîşa li dijî Pira Kirimê jî şîroveyek nehat kirin.

Berdevkê Civata Ewlehiyê ya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby, bi rêya daxuyaniyekê qala alîkariyên Amerîkayê yên ji bo Ukraynayê kir û diyar kir ku divê herdu alî jî ji bo hevdîtinan rêyeke lihevkirinê bibînin. Kirby got,

“Divê rêya lihevkirinê bibînin lê belê Serokê Dewleta Rusyayê, guh bi vê yekê nekir. Bangî bi sed hezaran leşker kir û hewil da 4 herêmên Ukraynayê ilhak bike û bi vê yekê re jî biryardariya xwe ya sorkirina rewşê danî holê.

Ya rast, hema bibêje her roj em bi Ukraynayiyan re di nav dan û stendinan de ne û em ê alîkariya xwe ya di derabrê ewlehiyê de berdewam bikin.”

Kirby, li ser mijara êrîşa li dijî Pira Kirimê jî da zanîn ku

“Li ser raporta teqîna ku li dijî pirê çêbû, tiştekî ku em lê zêde bikin tuneye. Di vê mijarê de daxuyaniyeke min tuneye. Tenê tiştê gotinê ew e ku Putin ev şer daye destpêkirin û îro tenê bi derxistina hêzên xwe ya derveyî welêt, dikare şer rawestîne.”

Li ser gotinên Serokê Amerîkayê Joe Biden ku xwedî fikarên bikaranîna Rusyayê ya çeka nukleerî bûn, ji aliyê Kirby ve hat diyarkirin ku nîşaneyeke ku ev çek bê bikaranîn, tuneye. John Kirby da zanîn ku ji bo Amerîka cihê xwe yê stratejîk biguherîne, sedemek tuneye. Biden jî qala îhtimala xeternak kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin