PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo ku li ser rewşa elektrîkê ya herêmê agahiyên zêdetir bigire, îro ligel wezîr û berpirsan civînek li dar xist.
Serokwezîr Mesrur Barzanî, di çarçoveya serdanên xwe yên bi wezîr û berpirsên xizmetguzariya Herêma Kurdistanê re dike de îro çû serdana Wezareta Elektrîkê. Rayedaran agahiyên zêdetir dan serokwezîr û li ser rewşa heyî û rewşa pêşerojê, dan û stendin hatin kirin.
Mesrûr Barzanî, di hevdîtinên xwe yên ligel rayedar û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de rewşa qadên cihêreng ji nêz ve dişopîne û li ser pêşniyaz an jî kêmasiyan, ligel wezîrên wan qadên pêwendîdar, dan û stendinên çareseriyê bi pêş dixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin