Li Tel Avîvê teqîn

Li Tel Avîvê teqîn

PeyamaKurd - Li paytexta Îsraîl Tel Avîvê teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku di teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û kesek jî bi giranî birîndar bûye.

Di daxuyanîya ku ji aliyê berdevkê polêsên îsraîlî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li Kolana Lahî ya Tel Avîvê bi teqemeniyeke dijwar teqînek pêk hatişe û di encama teqînê de kesekî canê xwe ji dest daye û kesek jî bi giranî birîndar bûye. Hate ragihandin ku kesê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Di nûçeya televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê de hat diyarkirin ku di teqînê de zilamekî 50 salî jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku Dezgeha Sîxuriya Navxweyî ya Îsraîlê Şîn-Bet jî, ji ber egera ku hêriş hewldaneke hêrişî be beşdarî lêpirsînê bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin