PeyamaKurd - Bernameya Newrozê û mîtingan a HDPê diyar bû. HDP dê bi beşdarîya Hevserokên Giştî Pervîn Buldan û Sezai Temelli, li 27 navendan çalakîyên pîrozkirina Newrozê û li 9 navendan jî mîtîngan pêk bîne.
Di çarçoveya bernameya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) da, Cejna Newrozê li Amedê di 21ê Adarê da dihê pîrozkirin.
Li gorî bernameyê HDP, dê di 21ê Adarê da li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê yên wek; Amed, Wan, Êlih, Şirnex, Agirî, Dîlok, Cizîr, Nisêbîn, Midyad, Tetwan, Pirsûs, Gever, Silopya, Cîhanbeylî, Qereqoçan û li bajar û navçeyên Tirkiyê yên wek; Îzmîr, Aydin, Antalya, Manîsa, Çanakkale, Edene, Mêrsîn, Bûrsa, Hatay û Bodrumê çalakîyên pîrozkirina cejna Newrozê pêk bîne.
HDP, dê di 24ê Adarê de jî li Stenbol û Datçayê Newrozê pîroz bike.
PDK-BAKUR û Hereketa AZADÎ jî beşdar dibin
Di çarçoveya bernameyê de, dê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê PartÎya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadî Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur) Sertaç Bucak û Berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aşitî jî beşdarî hin çalakî û mîtingan bibin.
Bernameya HDPê û navên ku beşdarî bernameyan dibin wiha ne:
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin