PeyamaKurd – Wezareta ya Vesazkirina Deverên Dagirkirî ya Ukraynayê li ser referandûmên ku Rûsya îro 23yê Îlona 2022yan li herêmên Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporizhzhia daxuyanî da.
Wezareta Ukaraynayê ragihand, hemwelatiyên Ukraynayê yên beşdarî wan referandûman bibin, wê derkevin pêş dadgehê û werin cezakirin.
Hat diyarkirin ku hemû zanyarî li ber destê saziyên ewlehî û îstixbarata Ukraynayê li ser aliyên referandûman lidar dixin û tê de cî digirin hene û wê ew wekî xayîn werin pênasekirin û rastî sizayên heta 15 salan ên girtîgehê bên.
Li gorî daxuyaniyên Rûsyayê wê referandûm heta 27ê Îlonê berdewam bikin û piştî encamên referandûman jî Rûsya difikire wan herêmên Ukraynayê bi xwe ve girê bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin