PeyamaKurd – Di operasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya dijî şaneyên veşartî de, 5 terorîst hatin desteserkirin.
Navenda Raghandina HSDê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi hevkariya hêzên hevpeymaniyê li navçeyên El-Herça û El-Ezba yên gundewarên Dêra Zorê 2 operasyon pêk anîn.
Hat diyarkirin ku di encama her du operasyonan de, 5 terorîst hatin girtin û hin çek jî hatin bidestxistin.
Navenda Raghandina HSDê diyar nekir bê çekdarên hatine girtin girêdayî kîjan rêxistinê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin