PeyamaKurd - Hêzên ewlehiyê yên Iraqê di operasyoneke li parêzgeha Babilê de şaneyeke çekdar ku têkiliya wê bi kesayetên Îranî re heye û dihat plankirin ku bi rêya dronan li derveyî axa Iraqê êrişan pêk bîne, hilweşandin.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî di bernameyeke televizyonî de ragihand ku Yekîtiya Têkoşîna li Dijî Terorê û Saziya Hesteyariyê karîne derbasî nav vê torê bibin û wê bêbandor bikin.
Di çarçoveya operasyonê de gelek çek, amûrên teknîkî û dron hatin destserkirin. Ebûdî bal kişand ser gotinên Serokwezîr Zêydî û hişyarî da ku piştî 30yê Îlonê ji bo hebûna komên çekdar ti hincet namîne û divê çek tenê di bin kontrola dewletê de bin.