PeyamaKurd - Li gorî agahiyên ku ji sê çavkaniyên ewlehiyê yên İraqî hatine wergirtin, pênc komên çekdar ên nêzîkî Îranê ku li İraqê çalak in – di serî de Ketaib Hizbullah, Seyyidû’ş Şûheda û Tevgera Nûceba – danîna çekan û feshkirina avahiyên xwe yên leşkerî red dikin.
Hat ragihandin ku piştî serdana Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdaran Îsmaîl Qaanî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ji bo Bexdayê, ev kom ji biryara xwe ya tevlîbûna Hêşda Şeibiyê vekişiyane û li ser parastina strukturên xwe yên leşkerî rawestiyane.
Komên çekdar pêşniyara rawestandina çalakiyên leşkerî ji bo du salan û cemidandina çekan kirin.
Ev pêşniyar bi rêya Serokê Desteya Hêşda Şeibiyê Falih Feyyaz û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya İraqê Qasim Arecî gihîşt destê aliyê Amerîkayê.
Lê belê Balyozxaneya DYA'yê ya li Bexdayê ev daxwaz wekî "fêl û xapandin" bi nav kir û bi awayekî teqez red kir.
Armanca Serokwezîr Zeydî û krîza qanûnê
Rastiya ku çek di destê dewletê de bin, yek ji maddeyên herî sereke yên bernameya hikûmeta Serokwezîrê İraqê Elî Zeydî ye.
Zeydî diyar kiribû ku piştî 30ê Îlonê divê di derveyî kontrola dewletê de ti avahiyên çekdar nemînin.
Li aliyê din, "Yasa Xizmet û Xanenşîniya Hêşda Şeibiyê" ya ku di Tebaxa 2023'yan de ji parlamentoyê re hatibû şandin, ji ber fişarên DYAyê û nakokiyên navxweyî hîn nehatiye pejirandin û prose bi temamî tune bûye.