PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser bûyera şewata nexweşxaneyê li Bexdayê peyamek belav kir û got, Herêma Kurdistanê bi hemû hevkariyekê ve ji bo birîndarên nexweşxaneya Bexdayê amade ye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, “Mixabin bûyerekî dilêş a şewatê di nexwaşxaneya Abin Al Xetîb a Bexdayê min bihîst ku bûye sedemê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûna bi dehan kesan. Ez serxweşiyê li malbat û kesûkarên şehîdan dikim û xwe wek hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wan bi beheştê şad bike û wan bixe ber dilovaniya xwe. Hêviya silametiyê û zû başbûnê ji birîndaran re dixwazim.”
Mesrûr Barzanî diyar kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe bo pêşkeş kirina hemû hevkariyeke pêwîst radigihîne. Bi taybet di warê tenduristî û pêşwazî kirin ali birîndarên bûyerê û her alîkariyek din ê pêwîst be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin