Li Sûriyeyê bizava frokeyên DYA zêde bû: Milîse bi cilên sivîlan digerin

Li Sûriyeyê bizava frokeyên DYA zêde bû: Milîse bi cilên sivîlan digerin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Sûriyeyê frînên frokeyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) zêde bûne û komên çekdar ên girêdayî rejîma Îranê bi şêweyeke metirsîdar xwe ji nû ve bi keys kirine.

Rîwangeya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku komên girêdayî rejîma Îranê, li dijî baregeha leşkerî ya DYA ya li qada neftê ya Omer ku mezintirîn baregeha leşkerî ya DYA ya li Sûriyeyê ye bi dû mûşekan êrîş pêk anîne. Lê belê di derbarê encamên ziyana canî û aborî de ti agahî nehatin parvekirin.

Jêderên ji Sûriyeyê her wiha ragihandine ku piştî êrîşa li dijî baregeha DYA ya li ser sînorê Urdun û Sûriyeyê ku 3 leşkerên Amerîkî can dabûn û ji 40î zêdetir jî birîndar bûbun, tevgerînên komên çekdar ên girêdayî Îranê pir zêde bûne.

Jêderan daye zanîn ku komên milîşeyan, baregehên xwe yên berê vala kirine û gellek ji milîşeyan jî dest bi lixwekirina cilên sivîl kirine.

Riwangeya SOHRê her wiha di derbarê êrîşa Îsraîlê ya li dijî komên milîşe yên girêdayî rejîma Îranê ya li gundewarê Şamê de jî da zanîn ku hejmara miriyan gihîştiye 8an.

Hatibû ragihandin ku di vê êrîşê de 6 kes mirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin