PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê yê bakurê Kurdistanê ji bo 15 rojan bi hinceta ewlekariyê hemû cure çalakiyên cemawerî hatin qedexekirin.
Walîtiya Mûşê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo parastina ewlekariyê û rêgiriya bûyerên muhtemel ji îro (21ê Tebaxê) heya 4ê Îlonê de, hemû cure xwepêşandan, çalakî, civîn, mîting, meş, vekirina konan, belavkirina belavokan û çalakiyên rûniştinê hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, mebest bi vê qedexeyê berterefkirina planên êrîşênmu htemel ên terorê, parastina ewlehiya netewî û rêgiriya dijî tawanan e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin