Rêveberiya Xweser îro 11 koçberên li peravên Cezayirê xeniqîbûn vedigerîne

Rêveberiya Xweser îro 11 koçberên li peravên Cezayirê xeniqîbûn vedigerîne

PeyamaKurd Rêveberiya Xweser îro 11 koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên ku li peravên Cezayîrê xeniqî bûn vedigerîne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di derbarê vegerandina termên 11 koçberan de daxuyaniyek belav kir û got, Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ji bo vegerandina termên 11 welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûrî ku di 5ê Hezîrana borî de can dabûn, hemû rêkarên pêwîst amade kirine.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di nav wan 11 kesên xeniqîbûn de 3 zarok jî hene.

Rêveberiya Xweser eşkere kir, wê roja Pênceşmê 6ê Tîrmehê de termê 11 qubaniyan bigihêje balafirgeha Beyrûtê ya Libnanê û ji wir ber bi Sûriyê ve bên şandin.

Herwiha Rêveberiya Xweser ji ber alîkariyên bo veguhestina cenazeyan de spasiya Xaçar Sor a Libnanê û Heyva Sor a Sûriyê kir.

Herwiha Rêveberiya Xweser sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re xwest û bang kir ku xelkê herêmê li peya planên qaçaxçiyan neçin ku ew jî di berjewendiya “dijminên gelê me de ku herêmê ji ciwanan vala bike. Em bang li şênî û ciwanên xwe dikin, bi xaka xwe ve girêdayî bin û em zehmetiyên pêvajoya rastî herêmê û Sûriyê bi giştî tê, baş nas dikin.”

Navên wan 11 qurbaniyên di daxuyaniyê de hatin eşkerekirin ev in: Azad Şiyar Xelî, Şiyar Mihemed Xelîl, Cemîle Ebdulbaqî Mihemed Elî, Mesûd Mistefa  Mihemed, Ula Ebdulrezaq El-Ehmed, Larîn Mesûd Mihemed, Emîre Mihemed Hebeş, Helîme Mihemed Mistefa, Ferman Edîb Dalî, Yasmîn Cewdet Seidî, Ehmed Bekir Kîko.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin