Tohmetbarên sewata zeviyên Germiyanê hatin girtin

Tohmetbarên sewata zeviyên Germiyanê hatin girtin

PeyamaKurd – Asayîşa Kelarê ragihand ku du hemwelatî bi tohmeta şewitandina dexil û dane gundeki sînorê Germiyanê hatine girtin.

Asayîşa bajaroka Kelar a devera Germiyanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, “Ji ber şewata îro (7 Hezîran 2019) li gundê Qasimaxa û derdora wî, du hemwelatî ji aliyê hêzên asayîşa Kelarê ve hatin girtin ku bûne sedema şewitîna dexil û danê wî sînorî.”

Asayîşa Kelarê herwiha daxwaz ji hemwelatiyên wî sînorî kir, bila yên ji agir ziyan serdana asayîşa Kelarê bikin daku dadwer doza yasayî li hember wan tometbaran veke.

Hat ragihandin ku ji ber şewatê bi hezaran donim dexil û danê gundiyan li wê deverê şewitî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin