Kazîmî: “Amerîka vekise wê encam felaket be.”

Kazîmî: “Amerîka vekise wê encam felaket be.”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazîmî piştî bû serokwezîrê Iraqê, cara ewilî peyamê da televîzyona fermî ya Iraqê û li ser qewimandinên Iraqê agahiyan da. Kazîmî behsa xwepêşandanên sala borî kir û weha got:

“Li Iraqê cotmeha 2019 an, ne bûyerên ji rêzê bûn. Refleksa dîroka civakî bû ku digotin ‘welat di talûkê de ye’ û hem hukumeta xwe afirand. Hukumet ne pirsgirêke lê her weha hukumeta çareseriyê ye û konê ku temamê Iraqiyan dixe binê xwe ye.”

Kazîmî li ser girtina konsulxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê weha got:

“Me li ser girtina konsulxaneya Iraqê tehdîdekî negirtiye lê Amerîka ji êrîşên ser nûnertiyên welatên biyanî acize. Vekişandina Amerîkayê û girtina baregehên mîsyonan dê bo Iraqê encamên felaket bi xwe re bîne. Iraq nikare barê tenêbûnê û tecrîda ji dinyayê hilgire. Ev hal wê welat bi krîza aborî re rû bir û bihêle. Kes hene ku armanca wan ew e ku Iraqê bi leystikên gemarî bi derekî nediyar de bibin.”

Li ser mijara seredana xwe ya Amerîkayê Kazîmî weha got:

“ Me bi Trump re behsa hebûna leşkerên Amerîkayê li Iraqê kir. Serok Trump got ku wê jimara leşkerên xwe yên li Iraqê kêm bike. Di mijara derxistina leşkerên Amerîkayê bo derveyê welat jî me lihev kir. Amerîka ji sala 2003 yan heya sala 2011an li Iraqê xetayên mezin kir lê di heman wextê de kir ku em ji rejîma Saddam Huseyîn rizgar bibin û bo ji DEAŞê rizgar bibin alîkariya me kir. Divê ew welatê ku bo xelkê xizmetê bike, em ji têkiliyên bi wan re xwe nedin paş. Em ji têkiliyên xwe yên bi Amerîkayê, Îranê, Erebistanê an welatekî din re şerm nakir.”

Kazîmî got ku Amerîka di ser 2.500 leşkerên xwe vekişandiye. Iraq niha bi krîzê re têdikoşe. Di dîroka Iraqê de krîzeka weha nehatiye dîtin. Li ser mesela partiyan Kazîmî, partiyên Şîa rexne kir û weha got:

“Hinek partiyên Şîa destekê didin hukumetê û di nav tevgerekî netewî de ne. Mijar di denklema ku di sala 2003yan de hatiye danîn de ye. Piraniya wezîrên hukumeta niha ji burokratên wezaretan tên. Ez serbilindim ku ji min re bêjin tu Şîayî, Sunnîyî an Kurdî. Ev cûrereng, hêza Iraqê ne lê ez Iraqiyekî neteweyî me. Ez li ser axa sunniyan, bi exlaqê an ku ananeyên Îmam Huseyîn û sehabeyan û Hz. Îbrahîm mezin bûm. Ez nikarim bi ti kesekê re îxanetê bikim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin