Barzanî: We afîsên wan li erdê dît rakin û deynin sûna wan

Barzanî: We afîsên wan li erdê dît rakin û deynin sûna wan

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî di civîna ku bi kadroyên Erbîlê yên PDK ê re kir de got ku wê tewrên xwe li gor siyaseta rojane neguhêrin û ji armancên xwe yên stratejîk bi paşde gav navêjin.

Barzanî di civînê de got ku bila ti kes bersivê nede bêrêzî û reşkirinên terefên din û dewam kir: “Dibe ku ew afîşên namzetên PDKê biçirînin lê ger we afîşên namzetên wan terefên din li erdê dît, hilînin û li şûna wan daleqînin.”

Barzanî di civînê de behsa rola pêşmerge bilind nirxand û sipasiya xwe bo peşmergeyan kir. Barzanî weha got: “Em tev deyndarê pêşmerge ne. Ji ber ku tene pêşmerge dengê guhert û Kurdistanê parast.”

Barzanî di mijara referandûmê de jî axifî û behsa têkiliyên Hewlêr û Bexdayê kir. Di dewama axaftina xwe de, mijarê anî ser hilbijartinên 30 yê êlûnê û weha ragihand:

“ Bi desteka xelkê me, wê PDK serkeftineka baş bidest bixe û bi wê serkeftinê wê hukumeteka xurt li Kurdistanê bê avakirin ku karibe di her sehayê de guherînan bike. Xwe bi qanûnanve girêdin û bi aramî xebata xwe ya hilbijartinê bikin. Bersiva heqaret û bêrêziyan nedin. Dibe ku ew afîşên namzetên PDKê biçirînin lê ger we wêneyên namzetên wan li erdê dît, hilînin û li ciyê wan daleqînin.”

Barzanî behsê car din anî ser girîngiya hedefên stratejîk yên partiyê û ragihand ku herkesê xwedî stratejiye, divê di rêya wan stratejiyan de here.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin