PeyamaKurd- Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd li ser îddayên Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) ku digot YPGê zarokan digire leşkeriyê, axivî û got ku ev xeletiyek e. YPG li dijî wê yekê ye ku zarok tevlî şêrr bibin.
Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) berî niha îdda kiribû ku YPG zarokên digire leşkeriyê. Li ser vê yekê Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd bersiva Çavdêrxanya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) da.
Mehmûd wiha dewam kir: “ÇMMS li herêmê her tiştî bi rengekî zelal taqîb nake. Tenê bi çavê partiyekê li her tiştî dinêre. Ji ber vê yekê îddayên wê hemî jî xelet in. Belê di destpêka avakirina YPGê de hinek leşkerên me yên zarok hebûn. Ev jî ji aliyên hinek fermandarên me ve bi dizî dihate kirin. Lewra di zagona me de ev sûcek e. Me piştre ew zarok teslîmî malbatên wan dikirin. Em her wextî li dijî vê yekê ne ku zarok tevlî çek û sîlehan bibin. Di vê mijarê de di destên me de belgeyên me hene. Ku lazim bibe em dikarin van belgeyan bi çapemeniyê re parve bikin.”
Mehmûd got ku kê zarok girtibin leşkeriyê me di cih de di heqê wan de lêpirsîn daye despêkirin û cezayên wan daye wan. Muheqqeq em di hemî dozan de bi ser neketine. Lê belê ji bo ku em bi tevahî vê zihniyetê ji nava xwe derxin, em hewl didin. Em wekî YPGê li gorî huqûqa navnetewî tevdigerin.
Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) van rojên dawî di raporekê de îdda kiribû ku YPG zarok digire leşkeriyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin