Ji Erdogan daxuyanî:  Emê qebûl bikin…

Ji Erdogan daxuyanî:  Emê qebûl bikin…

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan piştî encamdana hilbijartinên herêmî beriya ku ji Stenbolê ber bi Enqerê bi rê bikeve daxuyanî dan.

Erdogan proseya dengdanê û beşdariya hemwelatiyan pîroz kir û got, “Li gor encamên hêdî hêdî diyar dibin, ez hemû rêveberên bajarên me birêve bibin pîroz dikim. Ezê li Enqerê gotareke balkonê pêşkeş bikim.”

Erdogan wiha axivî: “Helbet şaredariyên hatine windakirin û qezenckirin çêbûne. Emê qebûl bikin ku li cihên me qezenc kiriye em ketine nav dilê miletê xwe, li cihên me winda kiriye jî em têra xwe ne serkeftî bûne. Ez encamên rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) girîng dibînim. Me nehişt ku hinek di hewlên desteserkirina îradeya hemwelatiyên me yên kurd de bi ser bikevin. Derket holê ku em birayên kurd radestî rêxistina terorê nakin.”

Erdogan herwiha destnîşan kir ku êdî hilbijartina bê di Hezîrana 2023yan de encam dide û ew dê 4 sal û nîvan li pêşiya xwe binêrin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin