PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî bersiva bangewaziyên îstifayê da. Rûhanî ragihand: “Heke hinek di wê qenaetê de ne ku hikûmet bitirs e û wê xwe bide aliyekî, şaş difikirin. Hikûmet li ser kar e û îstifa nake. “
Hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser ekrana televiziyona dewletê ya Îranê, der heqê qeyrana aborî li welatê xwe bersiva rexneyan da.
Rûhanî diyar kir ku, divê zor zahmetiya ku xelk pêre rûbirû ye ji holê bê rakirin. Herwiha Rûhanî bersiva bangewaziyên îstifayê jî da: “Heke hinek di wê qenaetê de ne ku hikûmet bitirs e û wê xwe bide aliyekî, şaş difikirin. Hikûmet li ser kar e û îstifa nake. “
Di berdewama axiftina xwe de Rûhanî diyar kir ku “Heke ew yekîtiyê di nav xwe de pêkbînin û bibesîret tevbigerin dê ji heq pirsgirêkan derkevin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin