Li Lubnanê xwepêsander ji bo hikûmet îstifa bike derketin qadan

Li Lubnanê xwepêsander ji bo hikûmet îstifa bike derketin qadan

PeyamaKurd – Xwepêşandanên li Lubnanê yên li hember krîza aborî û rewşa xirab a jiyanê ji nû ve dest pê kirin.

Gelê Lubnanê di xwepêşandanan de dixwaze gendelkar werin cezakirin û rêveberiya Beyrûdê îstifaya xwe bide. Xwepêşander bi diruşmên daxwaza îstifaya hikûmetê ber bi Koşka Serokomariyê ve meşiyan û daxwaza avakirina hikûmeteke veguhêz kirin.

Di xwepêşandanên doh de di navbera wan û hêzên ewlehiyê de ti bûyer derneketin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin