Katz: Amerîka daxwaz bike jî em ji Lubnanê venakişin

Katz: Amerîka daxwaz bike jî em ji Lubnanê venakişin

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz, derbarê rewşa serbazî ya li başûrê Lubnanê û danûstandinên agirbestê de daxuyaniyên tund û li dijî daxwazên Washingtonê dan. Katz, li paytextê Tel Avîvê di Fûara Muni Expoyê de axivî û aşkere kir ku eger Amerîka daxwaz bike jî, Îsraîl hêzên xwe yên serbazî ji başûrê Lubnanê paşve nakişîne.

Katz jibo vegera welatiyên Lubnanî yên ku ji ber şer ji herêmê bar kirine, helwesteke wiha nîşan da û weha got: "200 hezar Lubnanî dê venegerin malên xwe yên ku vala kirine.

 Ji ber ku li herêmên ewlehiyê yên ku nifûsa sivîl jî lê hebû, êrişên bi bombeyên li ser rûyê rê û çalakiyên li dijî leşkerên me rû dan. Ji ber vê yekê em ê destûrê nedin tiştekî wiha û em venakişin."