‘Wê Elî Zeydî li Hewlêrê bi fermî daxwaza rakirina boykotê ji PDKê bike’

‘Wê Elî Zeydî li Hewlêrê bi fermî daxwaza rakirina boykotê ji PDKê bike’

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku namzedê Serokwezîriya Iraqê Elî Zeydî, hefteya bê yekem serdana xwe ya bo Hewlêrê dike û ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê danûstandinên bi aliyan re dide destpêkirin.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên Iraqî, wê Elî Zeydî di hevdîtinên Hewlêrê yên ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Serok Mesûd Barzanî de, bi fermî daxwaza rakirina boykota beşdar nebûna rûniştinên Parlamentoya Iraqê bike.

Herwiha hate diyarkirin ku hemû fraksiyonên Iraqê jî jê piştrast bûne ku bêyî PDKê xitimîna siyasî ya avakirina hikûmeta nû ya federal çareser nabe.