Elî Zeydî ji bo serdaneke fermî diçe Siûdî û Kuweytê

Elî Zeydî ji bo serdaneke fermî diçe Siûdî û Kuweytê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî îro Çarşemê 14ê Cotmeha 2026an bi serdaneke fermî ber bi Erebistana Siûdiyê ve birê ket.

Tê payîn ku Zeydî li Riyadê rewa giştî ya ewlehiyê, encamên lêkolînên li ser êrîşên dawî yên li ser axa Siûdiyê û dosyayên girîng ên hevbeş ligel berpirsên payebilind ên wî welatî gotûbêj bike.

Piştî bidawîbûna hevdîtinên xwe yên li Siûdiyê, tê plankirin ku Serokwezîrê Iraqê serdana Kuweytê jî bike.

Biryar bû ev serdan di 29ê Tîrmeha îsal de pêk bihata, lê ji ber êrîşên hevbeş ên DYA û Erebistana Siûdiyê yên li ser baregehên Heşdî Şebî û komên çekdar, serdan hatibû betalkirin.

Piştî navbeynkariya aliyên herêmî û navxweyî, peywendiyên navbera Bexda û Riyadê ber bi arambûnê ve çûn û rê ji bo nûkirina guftûgoyên siyasî, aborî û ewlehiyê vebû.