PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Falih Zeydî îro Şemiyê (21ê Mijdara 2026an), serdana nehiyeya Curf Sexîrê ya li parêzgeha Babilê dike. Ev serdan piştî belavbûna hêzên ewlehiyê û vekişîna Ketîbeyên Hizbullahê ji pêgehên xwe yên li herêmê pêk tê.
Li gorî Sky News Erebî, serdana Zeydî di çarçoveya wan pêngavên ewlehiyê de ye ku Bexda ji bo sepandina kontrola dewletê ya li ser Curf Sexîrê avêtine; herêmeke ku bi salan di bin desthilata Ketîbeyên Hizbullahê de mabû û navenda lêkolînên derbarê qaçaxçîtiya neftê û berhewadana samanê giştî bû.
Wezareta Navxwe ya Iraqê duh damezrandina 12 xalên ewlehiyê ji bo parastina borî û saziyên neftê li Curf Sexîrê ragihand, hevdem li gel belavbûna yekîneyên artêşê, polîsê federal û pêkhateyên Heşda Şeibî. Her wiha li gorî planên wezaretê, rêyek li kêleka hêlên boriyên neftê tê vekirin û baregehek ji bo fewceke ewlehiyê tê avakirin.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Sebah Numan diyar kir ku Ketîbeyên Hizbullahê pabendî fermanên vekişînê bûye û pêgehên xwe radestî pêkhateyên din ên Heşda Şeibî kirine. Numan tekez kir ku ev biryar bi temamî biryareke serwerî ya Iraqê bûye û ti destêwerdaneke derve tê de tune ye. Her wiha da zanîn ku komîteya lêkolînê ya hikûmî kesên ku di qaçaxçîtiya neftê û berhewadana samanê giştî de cih girtine diyar kirine û dosyeyên wan radestî dadgehê kirine.