PeyamaKurd - Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Falih Zeydî ragihand ku pêvajoya bicîhanîna desthilata dewletê li seranserê axa Iraqê ji Curf Seherê dest pê dike.
Îro Înê (20ê Mijdara 2026an), piştî derbasbûna yekîneyên leşkerî yên Iraqê bo nav nahiyeya Curf el-Seherê, Zeydî ji Odeya Operasyonên Leşkerî ve bang li hêzên çekdar û bi taybetî wan hêzên ku li ser qadê erkdar in, kir.
"Yek al, yek fermandarî û yek qanûn"
Zeydî da zanîn ku hêzên ewlehiyê di dîroka Iraqê de qonaxeke girîng û werçerxekê dinivîsin, û wiha axivî: "Ez du şîretên ku bi qehremaniya we re guncaw in li we dikim: Hêminî û hişmendî.
Çimkî em şer nakin; her kesê li wir birayê we ye. Di navbera we de dijmin tune ye, li hemberî we neyar tune ye.
Ew zarokên vî welatî ne, xwîna wan xwîna me ye. Ev pêvajo ne dûrxistinê, belkî hembêzkirinê dixwaze; her kes dê di bin sîwana yek al, yek fermandarî û yek qanûnê de di nava hêzên çekdar de cih bigire."
Zeydî di peyama xwe ya li ser serweriya dewletê de tekez kir ku biryara wan a derbarê hebûna çekan de zelal e û got: "Biryara me ya li ser wê yekê ku li derveyî desthilata dewletê ti çekek nemîne, qetî ye.
Ji bilî çekê Iraqê çekek tune ye, ji bilî biryara Iraqê biryarek tune ye û li ser ala Iraqê ti alek bilind nabe."
Têkoşîna li dijî gendelî û çekên bêkontrol
Zeydî spasiya gelê Iraqê kir ku ji bo parastina serwetên welat û pêşîgirtina li gendelî û serhildanê li kêleka dewletê rawestiyane, û axaftina xwe wiha bi dawî anî: "We îspat kir ku gava Iraq bibe yek, ti tişt nikare li ber wê bisekine.
Li hemberî her cure gendelî û çekên bêkontrol ên li welatê me, pêvajoya bicîhanîna desthilata dewletê li seranserê axa Iraqê ji Curf el-Seherê dest pê dike. Ev destpêka Iraqeke xurt, yekgirtî û dadperwer e ku destûr û qanûn tê de serwer in."