PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nivîseke fermî ji Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî daxwaz kir ku peymana li ser sîstema otomasyona daneyên gumrikê (ASYCUDA) were zelalkirin.
Tê çaverêkirin ku Civata Aborî ya Iraqê di demeke nêz de bi tevlîbûna nûnerên Hewlêr û Bexdayê bicive daku biryara dawî li ser vê dosyayê bide.
Serokê Tîma Sîstema ASYCUDA ya Herêma Kurdistanê Samî Celal eşkere kir ku wan nivîsa xwe ya fermî şandiye û li benda biryara Bexdayê ne.
Celal herwiha nûçeyên derbarê destpêkirina vê sîstemê li sînoran red kir û da zanîn ku ji ber nebûna peymaneke fermî, sîstem hîn di tu deriyên sînorî yên Kurdistanê de nehatiye sepandin. Hate diyarkirin ku piştî îmzekirina peymanê dê li her 6 deriyên fermî bi şêwazekî hemwext bikeve warê cîbicîkirinê.