PeyamaKurd – Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê, tohmetên Parlamentoya Ewropayê yên li ser encamdana binpêkirinan li Sûriyê red kir û da zanîn, operasyonên Tirkî li Sûriyê, bûne sedema vegera 420 hezar welatiyên wê.
Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê diyar kir, tohmetên ku Parlamentoya Ewropa di derbarê Sûriyê de arasteyî Tirkiyê kirine, dûrî rastiyê ne û tenê Tirkiyê bi milyonan welatiyên Sûriyê vehewandiye.
Tirkiyê destnîşan dike, operasyonên wê yên serbazî li bakurê Sûriyê li gorî madeya 51 ya Neteweyên Yekbûyî pêk hatine û ji bo berevaniyê bûye.
Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkiyê eşkere dike, piştî operasyonên Tirkî li bakurê Sûriyê, 420 hezar penaberên Sûrî vegeriyane Sûriyê û daxwaz ji Ewropa kir, ji metirsiyên Tirkiyê fêm bike.
Di Lijneya giştî ya Parlamentoya Ewropayê de ku Tirkiyê wek dagirker binav kiribû wiha hatibû gotin:
“Tirkiye, axa ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bû, di Cotmeha 2019an de tevî dagirkirinê, li dijî hiqûqa navdewletî ji bo ku êrîşî deverên bakurê welêt bike, ku bi piraniya wê ji warên niştecihên Kurdên Sûriyê pêk tê, ji 2016an vir ve rasterast destwerdana Sûriyê dike. Ji ber van çalakiyên Tirkiyê, hinek endamên Yekîtiya Ewropayê firotina çekan bo Tirkiyê bi fermî dane sekinandin.”
Herwiha di biryarê de agahiyên derbarê ku Tirkiyê leşkerên kirêgirtî yên ku şandine Karabaxê jî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin