PeyamaKurd- Li gorî hat ragihandin, ji bo diyarkirina serokomarê nû yê ku dê 7 salan welêt bi rê ve bibe, li Ozbekîstanê hilbijartinên pêşwext dest pê kirin.
Hat diyarkirin ku proseya dengdanê ya ku li seranserê welêt vê sibehê saet di 08:00an de dest pê kir, dê heta saet 20:00an berdewam be. Her wiha hat ragihandin ku dê 20 milyon dengdêr biçin ser sindoqan.
Hat zanîn ku welatiyên Ozbek ên li derveyî welêt jî dê bikaribin li 55 sindoqên ku li 39 welatan hatine avakirin, ku Tirkiye jî di nav de ye, dengên xwe bidin.
Li gorî qanûnên Ozbekistanê, welatiyên Ozbek ên ku di hilbijartinê de Ozbek baş dizanin, temenê wan 35 sal temam bûye, di 10 salên dawî de bi berdewamî li wî welatî dijîn û tenê ji aliyê partiyên siyasî ve hatine destnîşankirin, dikarin bibin namzet.
Di hilbijartinê de 4 namzedên ku ji aliyê 5 partiyên siyasî ve di Meclisa Zagonsaz, baskê jêrîn ê meclîsê de cih digirin, hatine diyarkirin.
Di hilbijartinan de ku ji Partiya Demokrat a Lîberal a Ozbekistanê dîsa Serokê Şevket Mîrziyoyev, ji Partiya Demokratîk a Gelan Uluğbek Inoyatov, ji Partiya Ekolojiyê ya Ozbekistanê Abduşkur Hamzayev û ji Partiya Sosyal Demokrat a Edaletê Roba Mahmudova hat hilbijartin. Di pêşbirkê de, Partiya Vejîna Neteweyî piştgiriyê dide namzetê Partiya Lîberal Demokrat Mîrziyoyev.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin