PeyamaKurd- Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê behsa sîstema S-350 vityazê kir ku sîstemeka menzîl-navçe ye ku bipêşxistiye û wê li herêma Lenîngradê, li navenda perwerda sîstema parastina hewayî bicîh bike.
Mesafa lêdana sîstema S-350an 60 km ye û li gor sîstema S-400an maliyeta wan kêmtire. S-350 bo parastina hedefên sîvîl yên li erdê, bo dezgeyên sanayiyê û bo noqteyên girîng yên leşkerî parastineka baş ya hewayî dikin.
Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê dixwaze wan deyne şûna S-300an yên ku li bakûr û rojavayê Rûsya hatine danîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin