PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskîy ku ji bo beşdarbûna Lûtkeya 36an a Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê li paytexta Tirkiye Enqereyê ye, di forûmeke parastinê de axivî.
Zelenskiy bang li hevpeymanên Ewropî kir ku hewldanên xwe yên ji bo avakirina sîstema parastina moşekên balîstîk leztir bikin.
Zelenskiy destnîşan kir ku sîstemên Patriot êdî ne bes in û got: "Ev biryar divê ne piştî salan, lê belê îro were dayîn."
Herwiha tekez kir ku parastina asmanî divê bibe yek ji biryarên serekî yên Lûtkeya NATOyê ya Enqereyê û wiha pê de çû: "Ukrayna di paşeroja vê hevpeymaniyê de cih digire. Li hemberî ceribandinên şerê nûjen mirov dikare ligel Ukraynayê têkoşînê bike. Di vê çarçoveyê de, pîşesaziya me ya parastinê, ya herî girîng jî berxwedan, ezmûn û tecrûbeya gelê me xwe îspat kiriye."